image

PeyamaKurd – Îngîltere Tirkiyê xiste nav lîsta sor û kesên ji Tirkiyê herin Îngîltere wê 10 roj li otêlê di karantînayê de bimînin. Biryar bi sedema fînala lîga şampiyonan hat dayîn ku di van demên dawiyê de li Tirkiyê nexweşîna koronayê gelek belaveye.

Wezîrê gahinadinê yê Îngîltere Grant Shapps, wê roja 12 ê gulanê, siet ji 04.00 an û pê de ne tenha Tirkiyê lê welatên Nepal û Maldîvê jî bixe lîsta sor. Kesên ji welatên di lîsta sor de hene, eger herin Îngîltere, wê ne li malan lê li otêlan 10 roj di karantînayê de bimînin û mesrefên xwe ew bi xwe bidin. Ev mesref jî dike 1750 Sterlînê Îngîltere.

Wezîrê Brîtanî Grant Shapps bo roja 29 ê gulanê ku dê di navbera lîga şampiyonan de li Îstenbolê di navbera Manchester City û Chelsea de pêşbirk çêbibe ragihand ku divê kes neçe îstenbolê.