image

PeyamaKurd – Rojnama New York Times ê ragihand ku hinek zanyarên zanistê ragihandine ku delîlan bidest xistine ku vaccina an ku deqandina şîrketên Pfizer-BioNTech û Moderna ji texmîna ku dihat kirin bêhtir di bedenê de berxwedanê çêdike û wexta parastina wan ya bedenê zêde ye.

Xebata navborî nîşan daye ku her dû vaccine, di varyanta “beta” yê de û temamên yên din de di asta bilind de antîkoran hildiberîne. Serpereştê lêkolînê profesorê zankoya Washingtonê ya li St. Louisê Ali Ellebedy gotiye:

“Ev nîşaneka başe ku sîstema me ya berwxedanê ji ya vaccinê bêhtir di ber xwe dide.”

Xebata zanistî di kovara Nature de hatiye belavkirin û nîşan dide ku her dû aşi, piştî doza yekem bi 4 mehan, di lenfên bedenê de, hucereyên berxwedanê bo li hemberê enfeksiyonên dahatûyê parastin çêdike û navendên germînal hene ku li hemberê enfeksiyonan bi bandor perwerda bedenê dikin.

Di lêkolînê de nehatiye tesbîtkirin ku li hemberê varyanta herî xerab ya “Varyanta Delta” yê, wê çi bandorê nîşan bide.