image

PeyamaKurd – Tevî ku helmetên derzîkirinê li seranserê cîhanê berdewam dikin jî cûreyên nû yên veguherîna vîrusa koronayê dibin sedema metirsiyê ku bilez belav dibin.

Li gorî ragihandina medya Hindistanê Times of India piştî cûreyên Delta û Delta Plus cûrekeye din a navê Kappa lê hatiye kirin peyde bûye.

Hat diyarkirin ku zanyarên Hindu ew varyanta nû ya bi navê Kappa tespît kirine û wekî cûreyeke metirsîdar a koronayê pênase kirine.

Hatiye gotin ku li Uttar Pradeshê kesekî 66 salî tûşî cûreya Kappa bûye û ligel tim destwerdanên tenduristî jî jiyana xwe ji dest daye.

Pizîşk dibêjin, cûreya Kappa di demeke kurt de dibe sedema zêdebûna kela bedenê û di standina nefesê de zorê dide mirovan.

Li gorî amarên dawî li Hindistanê di 24 saetan de, 37 hezar û 154 pêketinên nû û 724 mirinên koronayê hatine tomarkirin ku beriya niha hejmar gelekî zêdetir bûn.