image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngîltere Boris Johnson ceribandineka nû sedem nîşan daye û qaîdeyê karantînayê avêtiye pişt guhê xwe lê li ser rexneyan mecbûr maye ku bikeve karantînayê.

Serokwezîr Boris Johnson, tevî li Îngîltere pêketiyên koronayê zêdetir dibin, ragihandiye ku gelkî qaîdeyên xweparastina ji pandemiyê piştî 19 ê tîrmehê rakiriye. Di nav qaîdeyên rakirî de mesafe û maske jî hene. Johnson got ku nexşeya nû ya li hemberê pandemiyê her biçe dê jimara pêketiyan zêde bibe lê bi xêra deqandinê (vaccine), jimara pêketiyan û nexweşîna giran an jimara miriyan gelkî kêm bûye.

Testa wezîrê tenduristiyê yê Îngîltere yê Sajid Javid 3 roj berê posîtîv derketiye û kesên ku ji 15 deqeyan zêdetir li cem wî mane, divê bikevin karantînayê ku yek ji wan Johnson e. Ji bilî serowkezîr Johnson wezîrê darayî Rishi Sunak jî heye.

Boris Johnson civîna xwe ya çapemeniyê ne ji ciyê her carê lê di nav baregeha serokwezîrtiyê de, ji ciyê ku di karantînayê de ye, bi rêya vîdeokonferansê kir. Johnson û Sunak xwestine qaîdeyê binpê bikin lê li ser rexneyan mecbûr mane bikevin karantînayê.

Li Îngîltere her hefte ji 500 hezarî zêdetir mirov bi sîstema karantînayê tên şopandin û hişyariya karantînayê bo wan tê dayîn. Ev jî dibe sedema ku li kargehan kêmasiya xebatkaran çêdibe.