image

PeyamaKurd – Lîstikvana navûdengî ya sînemaya Amerîkayê, Sharon Stone li ser rewşa metirsîdar nexweşiya vîrusa koronayê li Amerîkayê vîdyo peyamek belav kir.

Stone di vîdyoya ku li ser hesabê xwe yê twitterê belav kiriye de, dibêje gelek xizmên nêzîkî wê ji koronayê can dane û niha jî rewşa hinekan di metirsîyê de ye û diyar dike ku heta perastar jî nikarin testan bikin.

Sharon Stone ji rewşa ku tê de derbas dibin, rêveberiya Amerîkayê ango Serok Donald Trump tohmetbar dike û dibêje; “Hûn çi dikin bikin, lê dengê xwe nedin qatilekî” û bi vî awayî piştgiriya xwe bo namzedê Demokrat ê hilbijartina seroktiyê Joe Biden eşkere dike.