
Li Rûsyayê pêşbaziya otomobîlên bêmirov wê bê lidarxistin, her wiha hat daxuyakirin ku serîlêdanên pêşbaziya bi navê Bajarên Zivistanê di heftaya pêş de wê bê destpêkirin û yên ku pêşbaziyê qezenç bikin wê 200 milyon rûble pere bidest bixe.
Midurê giştî yê Şîrketa Teşebusê ya ku di pergala înovasyon ya netewî a Rûsyayê de danûstendinê dike Aleksandr Povalko ji Sputnikê re axivî û got: "Serîlêdanên pêşbaziya bi navê Bajarên Zivistanê di heftaya pêş me de wê destpê bikin, yên ku pêşbaziyê qezenç bike wê 200 milyon rûble pere bidest bixe."
Povalko di berdewamiya axaftina xwe de ku armanca organîzasyonê bi tenê ne projeya balkişandina ser teknolojiyê ye, pêşdexistina navgînan e û ji bo hêsankirina karê pîşesaziya teknolojiye ye. Êdî herkes bi performansa otmobîlên bêmirov dizane. Lê heke emê pergalê li bajaran belav bikin divê em derkevin astek jortir.