image

PeyamaKurd – Roketa Westgeha Çînê ya Fezayê Long March 5B ku şandibû fezayê û ji kontrolê derketibû li Zeryaya Hindê li nêzîkî Maldîvan ket xwarê.

Çînê 29ê Nîsanê ew roket şandibû fezayê û piştî bicihbûna beşek ji wê roketê li fezayê, beşa ku vegere dinyayê ji kontrolê derketibû.

Westgeha Fezayê ya Çînê ragihand ku dema ketina roketê ser rûyê dinyayê beşeke wê ya mezin di nav atmosferê de şewitî ye û hin parçeyên wê jî li gorî dema Çînê li demjimêr 10:24an (05:24 li gor dema Hewlêrê) ketine ser devera Maldîvê.

Çînê berî niha dabû xuyakirin ku ew pêşbînî dikin parçeyên roketê bikevin ser erda welatê Turkmenistanê.