image

Komek arkeologên ku ji ereb û fransizan pêk tê, li bakurê Erebistanê li ser ruyê zinarek peykereka hêştirê ya 2 hezar salî dîtin.

Gor nûçeya di Daily Mailê de derbas dibe, arkeologan beriyê de çend şeklên hêştiran ku li ser keviran hatibûn xêzkirin dîtibûn. Lê ev kefşa wan a dawiyê, yekem kefş e ku şekleke bi vê mezinahiyê dibînin. Arkeolog lê heyrî mane ku gelo hunermendek li vê çolistanê çima xwestyî vê peykera mezin li ser van keviran çê bike.

Serokê koma arkeologan anî ziman ku beriyê de me li van deran peykerek ku bi vê tarzê hatibû çêkirin nedîtibû. Yên ku me beriyê de dîtibûn bi piranî biçûk bûn. Lê ev mezin e û bi tarzeke cuda hatiyê çêkirin.