
Facebookê vê hefteyê ragihand ku wan sepana Express Wi-Fi bipêş xistiye û di Google Playê de xistiye xizmeta bikarhêneran.
Sepana Express Wi-Fi ku niha ji bo telefonên android hatiye pêşxistin, dê nûqteyên Wi-Fiyê bibîne û wan tevlî torê bike.
Hat ragihandin ku dê ew bernameya Wi-Fiyê niha tenê li 5 welatên bipêşve diçin were bikaranîn û li şûna bihayê zêde yê înterneta mobile, rê li ber bikaranîna înteneta arzantir û gelemperî re veke.
Li gor şîroveyan Facebookê piştî kêmbûna bikarhênerên xwe pêdivî bi sepaneke wiha dîtiye, dê hewil bide bikarhênerên ji Facebookê derketine jî vegerîne.