image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji serê salê heya meha hezîranê an ku di nav 6 mehan de li dewleta Kazakistanê 10 hezar û 434 ton ûranyûm hatiye hilberandin.

Wezareta enerjiyê ya Kazakistanê radigîne ku wezîrê enerjiye Nûrlan Nogayev li eyaleta Turkistanê li bajarê Sozakê li sehayên ûranyûmê geriyaye. Di beyanê de tê gotin ku 554 tonên ûranyûmê ji seha Sozakê hatiye bidestxistin. Di beyanê de hat gotin ku bidestxistina ûranyûmê bi sîstema xizinandina binaxê têkirin û weha dewam dike:

“Bi vê sîstemê maliyeta hilberînê kême, kêm zerarê dide hawirdorê xwe û bo ewlehiya hilberînê û parastina keda kar baştir e.”

Di hilberîna ûranyûmê de dewleta Kazakistanê di dinyayê de di rêza ewilî de ye. Li başûrê Kazakistanê li eyaletên Kızılorda û Akmolayê ji 20 bîran zêdetir bîr hene û di salê de ji wan biran ji 20 hezar tonî zêdetir ûranyûm çêdikin.

Kazakistan ûranyûmê difroşe dewleta Çînê, Amerîkayê, Kore ya Başûr, Japonya, Hindistan û Yekîtiya Awrûpayê.