image

PeyamaKurd- Dîroka bihewaketina balafira herî mezin ya dinyayê di meha hezîranê de ye. Navê balafirê Stratolaunch hat danîn. Kapasîta balafirê 250 tone û wê di lêkolînên fezayî de bê bikaranîn. Giraniya balafirê 226 ton e. Hinek taybetmendiyê wê yên teknîkî hene:

Firehbûna perên wê 117 metre ye. Tê de 6 heb motorên Boeing 747 hene. 28 heb tekerên wê hene. Dûva wê 15 metre dirêje. 2 gewdeyên wê hene.

Balafir bi temamî bo lêkolînên esmanî hatiye çêkirin. Di meha hezîranê de wê roketan bibe 10 hezar metre bilindahiyê û ji wê derê bişîne fezayê. Dema ew çend derê bilindahiyê, ev tê wateya ku maliyetên xebatên fezayî kêm bibin. Hem bi awayeka teknîkî bo peyk xweştir di feleka xwe de bicîh bibin, baştire.

Balafir li çola Mohawiyê di hûngareka taybet de tê çêkirin. Seha hûngarê tam 8 hezar û 200 m2 ye.