image

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî eşkere kir ku di encama êrîşên Îranê yên ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de li Koye û Pirdê, heta niha 9 kes şehîd bûne û 32 kes jî birîndar bûne. Herwiha da zanîn ku hejmara qurbaniyên bargeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz a Silêmaniyê jî diyar nebûne.

Dr. Saman Berzincî da zanîn ku tê pêşbînîkirin şehîdên din jî hebin, lê ji ber ku gelek astengî li pêş ambulansan û tîmên hawarhatinê hene, ew nikarin bigihin cihê bûyerê.

Berzincî da xuyakirin ku hejmara qurbaniyên êrîşa ser baregehên Komele ya parêzgeha Silêmaniyê hê diyar nebûne.

Îranê îro 28ê Îlona 2022yan bi riya dronên bombekirî û moûşekan êrîşî ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ya li bajarokê Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz a Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê ya li Pirdê kir. 

Biryargeha Hemze ya Hêzên Moşekî ya Supaya Pasdaran ragihandiye ku wan bi bi moşekên cûreya 360 û dronan êrîş kirine û gefa êrîşên berdewam li partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwar.