image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1370 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1370 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 690 kes li Hewlêrê, 203 kes li Silêmaniyê, 434 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 39 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 4 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne jî wezaretê diyar kir, di 24 demjimêran de 192 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 55 kes li Hewlêrê, 124 kes li Silêmaniyê, 9 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 3 kes li Germiyanê ne.

Li Herêma Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketiyan bi giştî gihîşt 392791 kesan, ya mirinan bû 7175 kes û heta niha 374291 nexweş jî baş bûne.