image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên dawî de 7 kesên din bi koronayê mirine û 499 kes jî pê ketine.

Di daxuyaniya îro Yekşemê ya Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê de hat eşkerekirin; 499 kesên din bi koronayê ketine, 7 kes pê mirine û 787 nexweş jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêkatiyan gihîşt 160 hezar û 530 kesan, ya mirinan bû 4 hezar û 157 kes û ji destpêka belavbûna vîrusê heta niha 143 hezar û 861 kes jî baş bûne ku 12 hezar û 512 kes jî di bin çavdêriya pizîşkî de ne.