image

PeyamaKurd – Li aliyekî li deverên Kurdistanê terorîstên DEAŞ ê êrîş dikin ser Pêşmerge û xelkê sîvîl lê li aliyê dinê wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmîl ragihand ku peymnêrên medyayê wê nikaribin dîmenên çeperên an baregehên Pêşmergeyan bikşînin û ji wan deran weşana zindî bikin. Wezîr Şoreş Îsmaîl weha got:

“Weşanên belawela yên ku zerarê didin hêzên Pêşmerge û birêxistina xebatên medyayê yên di babetê de ji bo baştir bibin, me gelek biryaran da.”

Wezîr got ku di çeperên şer de peyamnêr an rêxistinên medyayê wê nikaribin di cepheyan de qeydî an weşana zindî bikin û tev hatine qedexekirin. Li gor biryarên hatine dayîn; ti rêvebirekî leşkerî bê îzna rêvebiriya çapemeniyê û agahiyan ya wezareta Pêşmerge wê nikaribe bi serê xwe peyaman bide an şiroveyan bike