image

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Iraqê, êrîşên Supaya Pasdarên Îranê yên îro 28ê Îlonê ku bi moşek û dronan li ser kamp û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên Herêma Kurdistanê pêk anî, şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf got: “Wê bi lezgînî Balyozê Îranê yê li Bexdayê were gazîkirin daku ji ber operasyona bombebarana berdewam notaya tund a nerazîbûnê bidin wî.”

Di daxuyaniya wezaretê de jî hatiye diyarkirin ku ew êrîşa bi zêdetirî 20 dronan û moşekan bi ser 4 deveran de ku ji aliyê Îranê ve hatiye encamdan û bûye sedema kuştin û birindarbûnan û bi awayê herî tund şermezar dikin.

Herwiha hat destnîşankirin ku ew vê tevî gefa li ser ewlehî û serweriya Iraqê wekî geşedaneke xeter dibînin ku bandorên wê yên tirs û terorê hene.