image

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Samuel Werberg ragihand ku Amerîka amade ye ji bo çareserkirina nakokiyên Hewlêr û Bexdayê yên derbarê petrolê de alîkariyê pêşkeş bike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Samuel Werberg, li ser kêşeya neftê ya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de got: “Amerîka amade ye alîkariyê pêşkêş bike yan roleke kêrhatî bilîze”.

Wergberg ji Rûdawê re diyar kiriye: “Divê hemû Iraqî sûdê ji enerjiyê bibînin, çi di aliyê bikaranîna enerjiyê de li nav welêt, yan jî di firotina wê de”.

Hêjayî gotinê ye, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, li ser yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê biryara “nedestûrîbûnê” daye û niha jî Wezareta Petrola Iraqê ji kompaniyên biyanî dixwaze li Herêma Kurdistanê kar nekin û petrolê ji wan nekirin.

Herêma Kurdistanê jî li dijî vê biryarê derdikeve û dibêje, biryara dadgehê li dijî destûra federalî ya Iraqê ye.