image

PeyamaKurd - Li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê welatiyekî ku çend roj berê ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin, kuştî hat dîtin.

Qaymeqamê bajarokê Daqûq yê Kerkûkê, Loys Fendî da xuyakirin, heft roj berê çekdarên DAIŞê li nehiya Reşad ya Daqûqê welatiyek bi navê Ednan Xelef Qadir revandibûn û îro 17ê Cotmehê jî termê wî li devera Meryembeg ya nehiya Reşad hat dîtin.

Qaymeqamê bajarokê Daqûq yê Kerkûkê got ku şûna guleyan li ser laşê wî kesê hatiye kuştin heye.