image

PeyamaKurd- Ji aliyê çavkaniyên Rêveberiya Xweser a Rojava ve hat ragihandin ku Hêzên Tirkiyê û komên çekdar, gundên bajarokên Til Temir û Zirganê yên li bakurê rojavayê Hesekê, topbaran kirine.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, êrîş îro hatiye kirin. Di dewama agahiyan de hat eşkerekirin ku Tirkiye û komên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve ve gundên Ebboş, Şêx Elî, Xeracne, Derdare û Enîq el-Hewa yên gundewarên Til Temir û Zirganê yên bakurê rojavayê Hesekê, bi dijwarî bombardûman kirine.

Di agahiyên ku hatin parvekirin de hat gotin ku di encama êrîşan de zerar û ziyaneke zêde li mal û milkên niştecihan bûye. Bi mijarê ve girêdayî hat diyarkirin ku ji ber van êrîşên Tirkiyeyê, li van gundewaran pêleke koçberbûnê dest pê kiriye.

Ji bilî êrîşa îro, duh jî hêzên Tirkiyeyê gundên Derdare û Şêx Elî yên gundewarê Zirganê dabû ber topan.