image

PeyamaKurd - Berpirsê Ragihandinê yê Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Duhokê Hemze Rezikî ragihand, pêketî û mirinên ji koronayê ber bi zêdebûne ve ne li Duhokê û ew daxwaz ji hemwelatiyan dikin xwe li malê karantînê bikin.

Berpirsê Ragihandinê li Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Duhokê Hemze Rezikî diyar kir, tenduristiya Duhokê bingehên derzîlêdanê zêde dike, îro roja yekşemê li Berdereş wê bingeheke nû ya lêdana derziyên korona were vekirin.

Rezîkî got, heta niha derzîkirin bi tenê rêya xweparastinê ji koronayê ye tevê wî jî xwekarantînkirin û neçûna nava qerebalixê û bazarê jî tedbîrên xweparastina ji vîrûsê ne.

Hemze Rezîkî daxwaz ji hemwelatiyan kir, her kesê bi koronayê ketibe bila li malê xwe karantîn bike û neçe nava qerebalixê û seredana bazarê neke.

Rezîkî diyar kir, her kesê nîşaneya koronayê li ser wî û malbata wî hebe divê serdana navendên tenduristiyê bike û pişkinîna xwe bike.