image

PeyamaKurd- Berpirsê Rêxistinî yê PKD yê Xaneqînê Şêx Cafer beyanekî da û di beyana xwe de got ku gumana wan heye ku bi zanîn li Xaneqînê İŞİDê bicîh kirine ku bi şev dertên, xuya dikin û bi roj wenda dibin. Şêx Cafer bo tora medyayê Rûdawê ragihandiye ku tevgera İŞİD ê li Xaneqînê zêde bûye, xelk ditirse, bi topên hawanan û sîlihên kuştinê xelkê dixin hedefa xwe, duhî jî êrîşê leşkerên Iraqê kirine û çend leşker kuştine. Şex Cefer di beyana xwe de weha dewam dike:

“Tevgerên İŞİD ê li devera Neftxane, Dara û Mexasê û gundên wan zêde bûne. Şika me heye ku İŞİD bi zanîn li van deveran hatine bicîhkirin. Bi şev dikevin nava tevgerê û bi rojê wenda dibin. Em bawer dikin ku cîh hene da bi roj xwe lê veşêrin.Yanî em texmîn dikin ku hene wan vedişêrin. Di destên wan de topên hawanan hene, bomba hene, sîhihên sûîkastan hene û li mirovên sîvîl dixin.”

Cafer got ku di nava artêşa Iraqê de grûbên şiddetê dikin hene, dijberiyên mezin di navbera artêşa Iraqê û grûban de hene. Van grûbên xwediyê şiddetê û mîlîsên wan naxwazin Pêşmerge dagere herêmê û di nava xelkê de zordariyê dikin.