image

PeyamaKurd Şêwirmendê Asayîşa Iraqê Qasim Erecî bi serokatiya şandeyeke hikûmetê serdana Hewlêrê dike.

Li gor zanyariyan, Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê Qasim Erecî îro bi serokatiya şandeyeke hikûmeta Iraq a federal serdana Hewlêrê dike û bi berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê re dicive.

Dezgayê Asayîşa Niştmaniya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir û serdana wê şandeyê ya ji bo Herêma Kurdistanê piştrast kir, lê navê ti kesekî endamên din ên wê şandeyê eşkera nekir û herwiha qala armanca serdana wê şandeyê jî nehate kirin.