image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Cotmeha 2021ê pêşwazî li Balyozê Hîndistanê li Iraqê Prashant Pessi kir.

Di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Hîndistanê li Hewlêrê Subhash Kain amade bû de, dawî pêşhat û guhartinên Iraqê, bi taybet piştî serkeftina proseya hilbijartinên Encûmena Nûneran û pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hîndistanê hatin guftûgokirin.

Her du alî xwazyarê pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hîndistanê de û firehkirina pêwendî û hevhangiyên dualî bûn, bi taybet di warên bazirganî, kulturî û veberhênanê de.