image

PeyamaKurd- Serokwezîr Barzanî, îro bi telefonê ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî axivî û ji ber dayîna mûçeyên karmendan, spasiya wî kir.

Li gorî hat ragihandin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re axivî û ji bo palpiştiya wî ya ji bo gihandina rêkeftinekê li ser dayîna mûçeyên welatiyên Herêma Kurdistanê spasiya wî kir.

Serokwezîr xwest ku ev rêkeftin li gorî destûr û rêkeftinan bi rêya diyalogê hemû pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê çareser bike."Me bi Sûdanî re di mijara dayîna mûçeyan de lihevkirineke maqûl kir."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî spasiya her kesê ku piştevaniya serkeftina vê rêkeftinê kirine kir.

Civata Wezîrên Iraqê, îro razî bû ku her meh 700 milyar dînar ji bo mûçeyên mehên 9, 10 û 11 yên karmendên Herêma Kurdistanê bê şandin.