image

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya nivîskar û wêjekarê Kurdistanî Ebdulkerîm Fendî, peyameke sersaxiyê da.

Serokwezîr Barzanî, bi rêya peyamekê sersaxiyê li malbata wêjekarê Kurd  Ebdulkerîm Fendî kir û di peyama xwe de wiha got;

“Mixabin, me agahiya koça dawî ya edîbê navdar ê Kurdistanê Ebdulkerîm Fendî bihîst ku demeke dirêj wekî Rêveberê Giştî yê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmet kiribû û her wiha xwedî hejmareke berheman bû jî.

Ez behî û serxweşiyê li malbata wî ya birêz, dost û hevalên wî dikim. Xwedêyê mezin, giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide hemûyan.”