image

PeyamaKurd- Li gorî ahagiyên ku ji Ofîsa Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê hatin ragihandin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê pêşwazî kir.

Li gorî hat ragihandin, di çarçoveya  pêşwazîkirina Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Aun Ziyab Ebdullah û şanda ligel wî de tekezî li ser girîngiya bilezkirina hewilên ji bo rûbirûbûna kêmbûna avê, beyabûnê û bandorên neyînî yên guherîna keş û hewayê hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku di civînê de li ser bipêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de guftugo hat kirin û bi taybetî hat zanîn ku alî di warê çavkaniyên avê û girîngîpêdana bi bendavan û nûjenkirina wan û girîngiya avakirina bendavên nû ya li Iraq û Herêma Kurdistanê de axivîne.

Her wiha hat eşkerekirin ku mijareke din a civînê, li ser girîngiya bilezkirina hewilên herdu aliyan a ji bo rûbirûbûna kêmbûna avê, beyabûn û bandorên neyînî yên guherîna keş û hewayê hat kirin.