
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo piştevaniya bicihkirina projeyên xwemalî biryarek da.
Li gorî biryarê, ger projeyên veberhênanê, ji sedî 75 kêmtir pişta xwe bi destê kar ê xwemalî ve girê bide, mohleta projeya veberhênanê neyê dayîn.
Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Parlamentoya Kurdistanê Pêşewa Hewramanî li ser hesabê xwe yê facebookê fermana Mesrûr Barzanî eşkere kir û got, ji bo piştevaniya ciwanan û pêkanîna derfetên kar, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman da ku eger projeyên veberhênanê, ji sedî 75 kêmtir pişta xwe bi destê kar ê xwemalî ve girê bidin, mohleta projeya veberhênanê neyê dayîn.
Pêşewa Hewramanî da zanîn, di şeş mehên yekem ên îsal de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi qasî 628 milyon dolar deynên şirketan daye ku beriya niha ji bo mûçeyên fermanberan ew pere hatibû deynkirin.