image

PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê Kurdek ji bo karûbarên pêkhateyên Etnîkî, Olî û Mezhebî weke şêwirmendê xwe destnîşan kir.

Li gor ajansa fermî ya Îranê diyar kir, Îbrahîm Reîsî roja Yekşemê 17ê Cotmeha 2021an bi biryarekê Ebdulselam Kerîmî wek şêwirmendê xwe yê ji bo karûbarên pêkhateyên Etnîkî, Olî û Mezhebî diyar kiriye.

Di biryara destnîşankirina Ebdulselam Kerîmî de, Reîsî dide zanîn: “Li ber pabendî û rabirdûya hêja ya cenabê te, li gor vê biryarê hûn wek Şêwirmendê Serokkomar ji bo Karûbarên Etnîkan û Kêmîneyên Olî û Mezhebî tên diyarkirin.”

Serokkomarê Îranê di beşeke din a vê biryarê de eşkere dike: “Bi hêviya ku bi piştgirêdana bi Xwedayê mezin û giringîdan bi dadmendî, giyanê şoreşgerî, rêzgirtina li xelkê, destpakî û dijatiya gendeliyê, parastina qanûnê û naveroka soznameya rêvebirên dewleta gelêrî, bi şopandina bibandor û di dema xwe de ya karûbarên têkildarî etnîkan û kêmîneyan, ji bo pêkanîna yekîtî, hevdilî û yekrêziya navbera etnîkên cuda û mezhebên cuda û pêkanîna armancên hikûmetê di çarçoveya qanûn û rênimayên welat bi awayekî ciddî hewl bidî.”

Piştî wê biryarê, Ebdulselam Kerîmî di peyamekê de destnîşan kir, Reîsî ji wî re gotiye ku nabe cudahî di navbera Kurd, Azerî û Farsan û herwiha Sunne û Şîe de jî hebe û divê hemû wekehev bin.

Ebdulselam Kerîmî, Kurd û Sunnî ye û xelkê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye, di salên bihorî de çendîn berpirsatiyên wî li wê parêzgehê hebûne, weke Qaymeqamiya Dîwandere bo dema 5 salan, Serokê Zanîngeha Peyama Nûr a Merîwan û Sineyê bo dema 5 salan, Cîgirê Rêveberê Plandanîn û Hêza Mirovî ya Perwerdeya Parêzgeha Sineyê bo dema 5 salan û Rêveberê Navenda Pisporîtiya Zanistên Îslamî ya Îmam Şafiî ya Sineyê.

Ebdulselam Kerîmî doktoraya ziman û wêjeya Erebî heye, herwiha ji Navenda Mezin a Îslamî ya Rojavayê Welat ku taybet bi perwerdekirina melayên Sunnî ye, bawernameya fermî ya fetwa û îctîhadê wergirtiye.