image

PeyamaKurd – Di 47emîn kongreya Baroya Amedê de ku îro Yekşemê hat kirin, Parêzer Nahît Eren wek serokê nû yê baroyê hat hilbijartin.

Kongreya Baroya Diyarbekirê îro 11ê Nîsanê li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê di navbera demjimêr 09:00 û 17:00ê de hat encamdan.

Di kongreyê de serokê berê yê baroyê Cîhan Aydîn, Nahît Eren û Cengîz Baysal namzed bûn.

Di encama hilbijartinê de, Nahît Eren bi dengên 693 delegeyan piraniya dengan bi dest xist û bû serokê nû yê Baroya Amedê.

Serokê berê Cîhan Aydîn jî 594 deng wergirtin û nekarî careke din were hilbijartin.

Nahît Eren piştî ku hat hilbijartin li ser twitterê parvekirina Serokê berê yê Baroya Amedî Tahir Elçî ya beriya bê kuştin belav kir ku xatirê xwe xwestibû.

Eren li ser parvekirinê got, serokên Baroyê diguherin, lê pênaseya 'Serokê Ebedî naguhere Serokê min Tahir'