image

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Duşemê 25/10/2021 bi Balyozê Giştî yê nû yê Urdinê li Herêma Kurdistanê Fuad El-Mecamlê re civiya.

Di civînê de, Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya li destbikarbûna Balyozê Giştî yê Urdinê li Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de xwest. Herwiha spasiya piştevaniya berdewam a Şahê Urdinê Şah Ebdulla di demên dijwar de kir.

Herwiha Balyozê Giştî yê Urdinê, ligel derbirîna xweşhaliya xwe bi destbikarbûnê, dubare kir ku ew bi coş û peroş wê ye ku bi saziyên Herêma Kurdistanê re bixebite û pêwendiyan pêş bixe.

Her du alî hevnêrîn bûn ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Urdinê dîrokî ne û nirxên hevpişk di nav xwe de kom dikin û derfet berfirehkirina wan di ên warên pêwendî û hevkariyê jî heye ku sûda wê dê ji bo Herêma Kurdistanê, Iraq û Urdinê hebe.

Hilbijartinên Iraqê, hewlên damezirandina hikûmeta bê ya federalî, nexweşiya Korona û ziyanên wê û proseya derzîkirinê, kar û çalakiyên revanda Urdinê li Herêma Kurdistanê, pirsa aramiyê li Urdin, Iraq û navçeyê bi giştî, çend mijarên din ê hevdîtinê bûn.