image

PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê, li ser êrîşên Îranê yên ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bang li hikûmeta federal a Iraqê kir erka xwe bicih bîne û got, nabe Herêma Kurdistanê weke qada çareseriyê ji bo nakokiyên di navbera aliyan de were bikaranîn.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya îro 28ê Îlonê piştî êrîşên ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê de, hat gotin: “Em bombebarankirina Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve bo ser çend armancan û ziyanên canî yên ku di nav de sivîl hene şermezar dikin û em dubarekirina van êrîşan bi tevahî red dikin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Em bang li Hikûmeta Federal a Iraqê dikin ku erka xwe pêk bîne û xak û serweriya welat biparêze.”

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Helwesta Herêma Kurdistanê eşkere ye ku ji sînorên xwe rê nade ti metirsiyeke ewlehiyê ku li ser welatên cîran hebe, em careke din teqez dikin ku çek û hêz pirsgirêkan çareser nake û çareserîya ku di berjewendiya hemû aliyan de ye, diyalog û aştî ye.”

Hêjayî gotinê ye, Supaya Pasdaran a Îranê ragihandibû ku wan bi moşek û dronan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê li Koye, Zirgiwêz û Pirdê kiriye ku ev êrîş piştî bombardimanên çend rojên dawî piştî protestoyên dijî kuştina Jîna Emînê pêk tê.

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihandiye ku heta niha 9 kes di encama êrîşên mûşekî û dronên Îranê li Herêma Kurdistanê şehîd bûne û 32 kes jî birîndar bûne.