
PeyamaKurd – Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayîq, ji ber destpêşxeriya destpêkirina hevdîtinên yekîtîya navmala Kurd, spasiya Serok Mesûd Barzanî kir.
Rêwaz Fayîq destnîşan kir ku ew destpêşxeriya Serok Barzanî bi kêfxweşî pêşwazî dikin û got: “Em civîna navbera şandên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi erênî dibînin. Em spasiya hemû aliyên ku ji bo yekîtiya navmala Kurd hewl didin, spasiya xwe dikin.”
Fayîq, li ser çalakirina Komîsyona Hilbijartin jî da zanîn ku heta niha ji bo endamtiya komîsyonê hinek CV gihîştine ber destê wan û ew CV bo Komîsyona Destpakiyê ya Wezareta Navxwe hatine şandin.
Seroka Parlamentoyê diyar kir ku heger ti pirsgirêk çênebin, ew dê proseya hilbijartinan bidin destpêkirin ku ew ji bo hilbijartin di dema xwe de bê kirin amade ne.