image

PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema roja mewlûda Mihemmed pêxember peyamekî beiav kir. Di peyama xwe de bi munasebeta rojbûna pêxemberê Îslamê ya Hz. Mihemmed pîroz kir. Peyama serok Barzanî wehaye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Bi munasebeta mewlûda pêxember Hz. Mihemmed Mistefa (s.a.w), bi giştî li misilmanên dinya û Iraqê bi taybetî li misilmanên Kurdistanê pîroz dikim.

Hêvî dikim ku vê roja pîroz ya rihê xweşbîniyê, bibe sedema xurtbûna pêkvejiyana xelkên ji olên cuda, netew, çand û mezhebên cuda yên li Kurdistan, Iraq û dinyayê

Ji Xwedayê mezin dixwazim vê roja pîroz, bo xelkê Kurdistanê û xelkên herêmê deriyê xêrê, bereketê û xweşiyê veke û zilma ser milletên bindest bi dawî were.”