image

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, ligel malbata keça Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî ku bi hinceta pora wê xuya kiriye li Tehranê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû îşkencekirin û kuştin re pêwendiyeke telefonî pêk anî.

Serok Barzanî di pêwendiya telefonî de, sersaxî li malbata Jîna Emînî kir û ligel hevxemiya xwe piştgiriya bo edaletê ji malbatê re nîşan da.

Baregeha Barzanî ragihand, “Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Îlona 2022an bi riya telefonê pêwendî bi malbata Jîna Emînî re kir û hevxemiya ji bo canjidestdana Jîna Emînî pê ragihand û hêviya sebir û aramiyê û bicihanîna dadweriyê ji wan re xwest.”

Keça Kurd Jîna Emînî (Mehsa Emînî) 22 salî bû û roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û bi hinceta pora wê di bin hîcabê de xuya kiriye ji aliyê polîsan ve bi lêdan û îşkenceyê hatibû binçavkirin. Jîna piştre bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin û roja 16ê Îlonê jî jiyana xwe ji dest dabû.

Kuştina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê karvedaneke mezin bi xwe re aniye û protestoyên dijî rejîma Îranê berdewam dikin ku di wan protestoyan de jî heta niha li gorî çavkaniyan herî kêm 3 kes hatine kuştin û gelek kes jî hatine girtin.