
PeyamaKurd – Serfermandar Behçet Selkî diyar kir, Fransa di têkbirina DAIŞê de roleke girîng lîstiye.
Hevdîtinên şandeke Wezareta Pêşmerge li paytexta Fransa Parîsê ligel şandên leşkerî berdewam in.
Şanda navborî ji Cîgirê Wezîrê Pêşmerge Ebdulxalik Bapîrî û hejmarek ji fermandarên Pêşmerge pêk tê.
Armanca vê serdanê xurtkirina peywendiyên serbazî di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de ye.
Serleşker Behçet Selkî ku di şanda Wezareta Pêşmerge de ye, di daxuyaniyekê de ragihand, şanda wan wê bi merasîmeke leşkerî tacegulekê bi alên Kurdistanê û Fransa re deyne ser Bîrdariya Serbazê Wenda.
Selkî diyar kir, ev yek ji bo wan girîng e û diyar kir ku Fransa di têkbirina DAIŞ'ê de roleke girîng lîst.
Herwiha Selkî bal kişand ser wê yekê ku yekem serokê dewletê ku di rojên şerê li dijî DAIŞê de serdana herêma şer kir, Serokomarê Fransayê bû.