
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hikûmeta Federalî ya Iraqê, ji bo ‘Hêza Pasevanên Sînor’ dest bi wergirtina serlêdanan kiriye.
Serokê Ofîsa Ragihandin û Medyayê ya Wezareta Navxwe ya Iraqê Saad Maan, ragihand ku wê ji bo hêza pasevanên sînor, serlêdanên ji parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê bên wergirtin û got, “Wê herêmên me yên sînorî (sînorên Îran û Tirkiyê) bi kordîneya hêzên Pêşmerge yên ku li wan herêman e, bên parastin.”
Di daxuyaniya nivîskî de hatiye diyarkirin ku wê serlêdanên hêza pasevanên sînor bi rêya online werin wergirtin.
Hêjayî gotinê ye, piştî êrîşên berdewam ên Tirkiye û Îranê bi hinceta PKK û partiyên Rojhilatê Kurdistanê, hikû Iraqê 23yê Mijdarê di civîna Ewlekariya Netewî de biryar dabû hêzeke nû ya parastina sînoran were damezrandin.
Li gorî zanyariyan, wê hêza sînor ku li sînorên Îran û Tirkiyê were bicihkirin, ji xelkê Herêma Kurdistanê pêk were û bi kordîneya Wezareta Pêşmerge kar bike.