image

PeyamaKurd – Serkonsulê Îsweçê yê Bexdayê Jonas Loven seredana rêvebiriya Soranê li Herêma Kurdistanê kir û bi rêvebirê Soranê Helgurd Şêx Necîb re civîneka çapemeniyê lidar xist. Loven di ragihandina xwe de êrîşên ser sehayên xaz û petrola Herêma Kurdistanê şermezar kir û wan êrîşan bi terorîstî binavkir. Loven got ku Îsweç îstîqrara Herêma Kurdistanê destek dike û bi tundî êrîşên terorî şermezar dike.

Loven, ragihand ku ew ji êrîşên ku aboriya Herêma Kurdistanê dikin hedef endîşe dikin û êrîşên terorîstî, yên mîlîs û yên ji aliyê dewletên cîran de tên kirin nayên qebûlkirin. Her weha Loven got ku êrîş di asta hiyariyê de ne û ev êrîşên han dikarin bibin sedema bêîstîqrariyê û bêhûzûriya Herêma Kurdistanê û Iraqê.