image

PeyamaKurd - Sererkanê Hêzên Çekdar ên Îranê careke din gefa êrîşan li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dimînin xwar û got, wê êrîşên wan berdewam bikin.

Sererkanê Hêzên Çekdar ên Îranê Mihemed Hisên Baqirî îro Yekşemê 19ê Îlonê ragihand ku ew ti cûre nearamiyekê li ser sînoran tehemul nakin û dê êrîşên wan yên ser partiyên Kurdî yên dijberî Komara Îslamî berdewam bikin.

Baqirî di merasîma destnîşankirina cîgirê xwe yê nû de bi îdîaya ku Neteweyên Yekbûyî rê dide wan partiyên Kurdî got: "Êrîşkirina ser partiyên dijber li derveyî axa Îranê mafê me ye û reşnivîsa yasayên Neteweyên Yekbûyî jî rê dide me."

Baqirî herwiha ji berpirsên Îraq û Herêma Kurdistanê xwest ku rûbirûyê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bibin û daxwaza nehiştina bingehên Amerîkayê jî li Herêma Kurdistanê kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî gefên rayedarên Îranê di çend hefteyên dawî de, gelek caran bingehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê ve hatin bombebaran kirin.

Cîgirê Duyem ê Berpirsê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Mihemed Nezîf Qadirî li ser wan êrîşan ragihandibû ku ew ti rêkkeftinekê qebûl nakin ku li derveyî îradeya wan û xelkê Rojhilatê Kurdistanê bê kirin.