image

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê bi sedema arambûna deverê jimara geştiyarên nav welat û yên derveyê welat her diçe zêdetir dibe. Bajarê Şirnexê bi taybetî navçeya Cizîrê ku navenda mîrgeha Botanê bû, tê de gelek ciyên dîrokî hene û hem bi hesêb çanda xwe ji gelek deveran cudatiya wê heye.

Li bajarê Şirnexê; Finik bi kela xwe û medreseya qedîm ve, Mizgefta Mezin, Medresa Sor ya bi Melayê Cizîrî tê bibîranîn ku bi nav û dende, Gora Hz. Nûh pêxember, Mem û Zîn, gora Îsmail Ebu'l-îz, Kela Cizîrê, Qişle ya Hemîdiye û gelkî ciyên din hene ku mirov dikare seredana wan bike.

Mamostêyê dibistana bilind ya Tûrîzmê û Rêvebiriya Otêlan ya Zankoya Şirnexê  Doç. Dr. Sedat Çelik, ragihand ku di sala 2019 an de projeyan birêve birine û di çarçoveya projeyê de, di sala 2019 an de her grûbekî geştiyar yên bi 25-30 kesan, bi temamî 275 qefîleyên geştiyar seredana Şirnexê kirine û weha dewam kir:

“Sala borî ev proje nehat bicîhanîn. Îsal her hefte 2-3 qefîleyên geştiyaran hatin. Cizîr û deverên din ziyaret kirin. Ji geştê gelkî razî bûn. Di salên pêşiya me de wê di rewacê de be. Tûrîzm panzehîra wê fikra neyîniye. Dema seredana vê derê dikin fikra wan diguhire û gelkî bi razîbûn dadigerin.”