.jpg)
PeyamaKurd - Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û encamdana hevdîtin û civînên ligel Serokwezîrê Iraqê, Serokomar, Serokê Parlamento û serokên aliyên siyasî yên Iraqê di medya Erebî û cîhanê de cihekî girîng girt û karvedaneke mezin bi xwe re anî.
Peymangeha Washingtonê bo Rojhilata Navîn bal kişand ser serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Bexdayê û ragihand, Mesrûr Barzanî hêvîdar e ku di gotûbêjên ligel sê serokatiyên Iraqê de çareseriyek ji bo kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê bibîne.
Hat gotin, di hevdîtina navbera Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de behsa wan dosyeyan hatiye kirin ku cihê nakokiya her du aliyan in, bi taybetî pirsa mafên darayî yên Herêma Kurdistanê.
Rojnameya El Yewm El Sabî ya Misrî li ser serdana Mesrûr Barzanî bo Bexdayê nivîsandiye, di hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê de pêdagirî li baweriya navbera her du aliyan ji bo çareseriya hemû kêşeyan li gor destûr û yasayan hatiye kirin û gotiye; kêşeya Kerkûkê jî mijareke din a civînê bûye.
Rojnameya Zeman a Iraqê jî bi girîngî li serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Bexdayê rawestiya û diyar kiriye, her du hikûmetan tekezî li ser dîtina çareseriyê ji bo kêşeyên yasayî û darayî yên navbera her du aliyan li gor yasa û destûrê kirine.
Malpera Bexdad Times a Iraqê daye zanîn, her du hikûmetên Federal û Herêmê, gotûbêjeke sift li ser çareserkirina bingehîn ji bo kêşeyên darayî û yasayî yên li hember heqên darayî yên Herêma Kurdistanê kirin.
Hêjayî gotinê ye, doh 14ê Îlonê şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û hejmarek wezîran serdana Bexdayê kir û hevdîtin û civînên girîng bi sê serokatiyên Iraqê û serkirde û aliyên siyasî yên Iraqê pêk anîn. Herwiha tê çaverêkirin, yekşema bê, Encûmena Wezîran a Iraqê biryarê li ser şandina heqên darayî yên Herêma Kurdistanê bide.