image

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Komela Zahmetkêşanî Kurdistan Belen Abdullah ragihand ku ew bi tevlîbûna referandûma serxwebûna Kurdistanê ya di 25 ê êlûna 2017 ê serbilindin. Belen Abdullah ji bo K24 ê ragihandiye ku referandûma di 25 ê êlûna 2017 an bi serkeftinekî %92.73 ya erêkirina xelkê Kurdistanê di dîroka Kurdistanê de asteka herî girînge. Belen Abdullah ragihandiye peyama ku Kurd di referandûmê de dane, peyama netewiye û weha dewam kiriye:

“Em weka Zahmetkêşan di sala 1985 an de, di konferansa yekem de mafê çarenivîsa Kurd û di konferansa yekem de me behsa mafê serxwebûna Kurdistanê kiribû. Di kongreyên di peyde, li ser van bingehan weka rêbazekî me qebûl kir ku referandûm rêyekî tayînkirina çarenivîsa mafê xelkê me ye.”

Belen Abdullah got ku piştî roxandina rejîma Baasê temamê terefên siyasî yên Kurdistanê bi muxalefeta Iraqê re, hevkariya amadekirina destûra Iraqê kirin û weha dewam kir:

“Lê di salên di peyde, li Bexdayê zîhniyetekî ku hebûna Kurdan înkar kir û li ber Kurdan bû asteng, bû desthilat. Referandûma serxwebûna Kurdistanê li hemberê wê zîhniyetê hat kirin û pir serkeftî bû. Mafê Kurdan di wexta desthilata Sunniyan û Şîayan de her wext hat xesbkirin û Kurd xwestin bi referandûmê dawiyê lê bînin.

Li Iraqê ji roja ku dewlet hatiye avakirin, pirsgirêka Kurd hebûye û desthilat xwestiye li gor berjewendiyên xwe, her tiştî birêvebibin û di serî de ji bo Kurdan û temamê pêkhateyan, bi zorê fikrên xwe bidin qebûlkirin. Lê xelkê Kurdistanê ti carê dev ji berxwedana xwe berneda.”

Îro di ser referandûma serxwebûna Kurdistanê de 4 sal derbas bû. Di bin serokatiya serok Mesûd Barzanî de xelkê Herêma Kurdistanê serxwebûnê xwest û ev daxwaz ket nav rûpelên zêrîn yê dîrokê.