
PeyamaKurd – Saziya Mafên Mirova ya Îranê (IHR) ragihand, ji 16ê Îlonê dema qetilkirina Jîna Emînî û vir ve di xwepêşandanên şermezarkirinê de li tevahiya welêt herî kêm 83 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.
Li gor Saziya Mafên Mirova ya Îranê diyar kir, di van xwepêşandanan de herî kêm 83 kes ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin.
Herwiha di daxuyaniya saziyê de hejmara kesên hatin qetilkirin li gorî bajaran wiha ye:
Mazandaran 26, Gîlan 11, Azerbaycan a Rojava 11, Kirmaşan 6, Sine 6..
Elbûrz 5, Tehran 4, Kûhgiloye û Bûyar Ehmed 2, Îsfahan 2..
Xoraxana Rezewî 2, Zencan 2, Qezvîn 2, Sîmnan 1, Kazvîn 1, Îlam 1, Azerbaycan a Rojhilat 1.
Saziyê diyar kir ku heta niha bi hezaran çalakger hatine girtin û pêla girtinê hîn jî dewam dike.
Saziya Mafên Mirovan a Îranê zext û zordarî şermezar kir..
Herî dawî saziyê ji bo rawestandina kuştina xwepêşandêran careke din bal kişand ser girîngiya civaka navneteweyî.