image

PeyamaKurd - Şaneya Ragihandin û Hişyariyê ya Pêşmerge li ser êrîşên bi moşek û dronên bombekirî yên Îranê daxuyaniyek belav kir û ragihand, di bombardimanê de hejmarek Pêşmerge şehîd û birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Îro 28ê Îlona 2022yan, li sînorê Mîhwera Pênc a Hêzên Pêşmerge, beşek ji sengerên pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê, bi rêya balafirên bêmirov hatin bombebarankirin.

Bombebaran bi du dema bû, dema yekem di demjimêr 10:30 xulekan de û dema duyem di demjimêr 13:30 xulekan de bû.”

Hat eşkere kirin: “Mixabin di bombebaranan de hejmarek Pêşmerge şehîd û birîndar bûn, herwiha çend rojnamevan birîndar bûn, di nav wan de peyamnêr û wênegirê kanala Kurdistan24ê heye.”

Şaneya Ragihandin û Hişyariyê ya Pêşmerge da zanîn: “Ev bûyer di demekê de ye ku hêzên Pêşmerge, li ber terorîstan senger danîne û rûbirûbûyî wan terorîstan bûne, ku bûne beşek ji metirsiyên ser asayîşa niştimanî ya Iraq û Herêma Kurdistanê.”

Di dawiyê de hat gotin: “Em daxwaz dikin, gelek bilez ev kiryarên li ser sengerên hêzên Pêşmerge werin rawestandin.”