image

PeyamaKurd – Şandeke Pêşmerge, li Parîs a paytexta Fransayê ye û wê îro Çarşemê ligel berpirsên leşkerî bicive û piştre jî di merasîmeke leşkerî de bi ala Kurdistanê û Fransayê tacegulekê deynin ser gora leşkerê winda (Kevana Serkeftinê).

Hat ragihandin ku şanda Pêşmerge ji Cîgirê Wezîrê Pêşmerge Ebdulxaliq Bapîrî û hejmarek fermandarên Pêşmergeyên Kurdistanê pêk tê.

Li gorî zanyariyan, mebesta vê serdana şanda Pêşmerge bo Parîsê xurtkirina pêwendiyên leşkerî di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa de ye.

Serdana şandê ji aliyê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Pêşmerge û bi alîkariya Federasyona Cengawerên Dêrîn ên Fransa ve hatiye organîzekirin.

Hêjayî gotinê ye, welatê Fransa yek ji wan welatên Ewropayê ye ku pêwendiyên wê yên dîrokî bi Herêma Kurdistanê re hene û ji bo têkşikandina DAIŞê û alîkariya Pêşmerge, xwedî roleke girîng bû.