image

PeyamaKurd – Li ser vexwendineke fermî, şanda Lijneya Ewqaf û Karûbarên Olî ya Parlamentoya Kurdistanê, serdana Îtalyayê kir û çend hevdîtin û civîn encam da.

Biryarderê Lijneya Ewqaf û Karûbarên Olî ya Parlamentoya Kurdistanê Weysî Seîd diyar kiriye; li Romaya paytexta Îtalyayê, çendîn hevdîtin û civîn ligel Şandeyê Taybet ê Serokê Encûmena Wezîran a Îtalyayê yê ji bo Pêkvejiyan û Têkoşîna dijî  Regezperestî û Şandeyê Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn a Mezin encam dan.

Weysî Seîd daye zanîn, di rûniştinan de qala rewşa pêkvejiyan û fire olî û netewî ya li Herêma Kurdistanê hat kirin, ku bûye nasname û kulturek di dîroka xelkê Kurdistanê de û faktora berdewambûna jiyanê di navbera pêkhateyan de.

Herwiha qala rola çalak a Parlamentoya Kurdistanê di bercestekirina fikra pêkvejiyana aştiyane de hatiye kirin, bi taybetî bi wan yasa û biryarên ku pesendkirin û girêdayî parastina mafên pêkhateyên li Herêma Kurdistanê ne.

Di beşeke din a rûniştinan de qala girîngîdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin, ku li ser bingeha parastin û bihêzkirina pêkvejiyana olî ya li Herêma Kurdistanê dixebite.