image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê şandeke Herêma Kurdistanê ku li parêzgar û serokên îdareyên serbixwe pêk tê, bi serdaneke fermî diçe Îranê û bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê yê karûbarên bazirganî re jî dicive.

Fermangeha Medya û Zanyariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kiri ku Rêveberê ragihandina parêzgeha Hewlêrê Sabîr Husên ragihandiye ku di dawiya vê mehê şanda parêzgehan diçe Îranê û serdana bajarê Urmiyê dike.

Hat diyarkirin ku biryare şanda Herêma Kurdistanê 3 rojan li Urmiyê bimîne û gelek civînên girîng dê bi berpirsên wî bajarî re bikin.

Hat eşkere kirin ku hejmarek şandên rêveberiyên giştî yên parêzgeh û îdareyên serbixwe ligel şanda Herêma Kurdistanê diçin û di civînan de parêzgarên Urmiye, Kirmaşan û Sine jî beşdar dibin.

Sabîr Husên daye zanîn, “Serdan ji bo pêşxistin û bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê yên di warê çandî û aborî de ye.”