image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 28ê Çileyê dewriyeya hêzên Rûsî li bajarokê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê pêl zarokekê kir û ew birîndar kir.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, hêzên Rûsyayê yên ku li navçeya Eyn Îsayayê dewrîye digerand, pêl zarokê bi navê Dijwar Ferîdon Mihemed ê 15 salî kir.

Xelkê herêmê dema dibînin wesayîta rûsî pêl zarokê dike, bi hawarê ve diçin û rê nadin derbasbûna wesayîta rûsî ku zarok bi saxî tê rizgarkirin.

Hat ragihandin ku Ferîdon Mihemed pêşî birine Nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş a li Eyn Îsayê û piştre jî ew veguhestine Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê ji bo dermankirinê.