image

PeyamaKurd – Konsolosê Amerîkayê yê Hewlêrê Robert Palladino ragihand ku wê Amerîka li Herêma Kurdistanê bimîne û mayîna bi hevre ji bo Amerîka û Herêma Kurdistanê baştire.

Serkonsolosê Amerîkayê axaftina xwe di vekirina avahiya nû ya konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê de kir. Di vekirina avahiyê de serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, endamên kabîneya hukumetê amade bûn û konsolos axaftina xwe kir. Serkonsolos Palladino, di axaftina xwe de got ku kompleksa konsulxaneyê %60 qediyaye, asasê wê li binê qûntara çiyayê Sefînê, li ser araziyekî fireh hatiye danîn, asasê wê di 2018 an de hatiye danîn û ji bo 600 kesan wê îstîhdamê çêbike.

Palladino, got ku wê di sala 2023 an de temamê wê biqede û di dinyayê de wê bibe konsulxaneya herî mezin ya Amerîkayê. Sedema mezinbûna wê ew e ku Amerîka girîngiyê dide têkiliyên xwe û Herêma Kurdistanê.

Palladino ragihand ku wê Amerîka li Herêma Kurdistanê bimîne, bihevrebûna Amerîka û Herêma Kurdistanê gelek başe û mayîna Amerîkayê li Herêma Kurdistanê de ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê wesîla îstîqrarê ye.

Palladino ragihand ku di çarçoweya Iraqa federal de, ji bo Kurdistanekî xwurttir, dixwazin bi Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê re bixebitin û bi xelkê Kurdistanê re têkiliyên Amerîkayê yên berê gelek xwurtin.

Palladino, bibîrxist ku di sala 1991 an de, ji bo parastina xelkê Kurdistanê, Amerîka seredana Konseya Ewlehiyê ya NY kiriye û serpereştiya ragihandina herêma qedexe ya bo fira balafiran ya ji bo Herêma Kurdistanê kiriye.