Donald Trump îzna belavkirina belgeyên kuştina Kennedy da

Donald Trump îzna belavkirina belgeyên kuştina Kennedy da

Serokê Amerîkayê ye berê John F. Kennedy di sala1963an de hat kuÅŸtin. Di mijara kuÅŸtina
Kennedy de, heya niha tiÅŸteke ku raya giÅŸtî pê razî bibe nehatiye gotin û belavkirin. Li ser
mijara kuÅŸtina Kennedy bi hezaran belge hene. Ev belge heya niha nehatine weÅŸandin.
Serokê Amerîka Donald Trump, di van rojan de, îzin da ku hinek ji wan belgeyan bên
weÅŸandin. Wê ji wan belgeya tenê 2 hezar û 800 belge bên weÅŸandin û yên din li ser daxwaza
FBI û CIA yê, wê bi dizî bimînin û nên belavkirin.
Li gor agahiyên ku ji Qesra Sipî tên ragihandin, Donald Trump daxwazên FBI û CIA yê, bê dilê
xwe qebûl kiriye. Ji belgeyan hinek ji wan, ji bo herkes karibe di înternetê de bixwîne, îzin
hatiye dayîn. Ji bo yên mayîn jî xebat dewam dikin. Heya meha nîsana 2018an wê yên din jî bi
temamî amade bin.
Serokê Amerîkayê yê berê John F. Kennedy, di sala 1963an de, di 22 yê meha 11an de, ji aliyê
Lee Harvey Oswald ve hatibû kuÅŸtin û kujer jî ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû kuÅŸtin. Ji ber
kuÅŸtina kujer Oswald jî, nehate zanîn bê li piÅŸt kuÅŸtina Kennedy kîjan hêz hene.

Herkesê ku dixwaze xwe bigihîne arÅŸîva Amerîkayê ya dewletê, dikare li malpera
"archives.gov" binêre. Tê de gelek belge hatine weÅŸandin. Tê gotin ku li ser kuÅŸtina Kennedy
30 hezar belge hene. Ji van belgeyan tenê îzna 2 hezar û 800 belgeyan ji aliyê Trump ve
hatiye dayîn.
Tevî di ser kuÅŸtina wî de 54 sal derbas bûye jî Amerîka hêj newêre temamê belgeyan aÅŸkera
bike. FBI û CIA nahêlin ku ev belge aÅŸkera bibin. Belkî ew kesên ku destê wan di nav kuÅŸtina
Kennedy de hene, hêjî dijîn.