
PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a li Cizîrê bi daxuyaniyekê, careke din daxwaza herêma dijî firînê kir.
Rêveberiya Xweser a li Cizîr a Rojavayê Kurdistanê roja 18ê Tebaxê di daxuyaniya xwe de da zanîn, kiryarên dijminkarî yên Tirkiye dixwaze aramiya herêmê têk bide, herwiha valakirina navçeyê ji xelkê wê yên resen da ku warê xwe bicîh bihêlin.
Di daxuyaniyê hat destnîşankirin, êrîşên Tirkiye yên rojane nîşan didin ku ew dixwaze perçeyekê din ji axa Sûriyê dagir bike.
Di berdewamiyê de Rêveberiya Xweser daxwaz ji welatên garantor kir, Tirkiye pabendî rêkeftina 2019an bikin ku agirbestê li xwe digire û çareseriyekê ji krîza Sûriye re bibînin.